Wezîrên derve yên Beneluxê li Hewlêrê ne

Wezîrên derve yên her sê welatên Ewropa Belîça, Holanda û Luksemburgê îro li Hewlêr ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.
19.12.2016, Pts - 10:44
Wezîrên derve yên Beneluxê li Hewlêrê ne
Nuçe Belav bike

Wezîrên derve yên welatên “Benelux” rewşa navçe û pêşhateyên dawî yên şerê DAIŞê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin, wekî ku di malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye.

Balyozê Iraqê li Holandayê Seywan Barzanî berî despêkirina civîna wezîrên derve yên Beneluxê ligel Serokê û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand, rewşa penaber û koçberan, perwerdekirina hêzên Pêşmerge û çend pirsên din bi berpirsên Herêma Kurdistanê re gotbêj dikin, ku herdu welat Holanda û Belçîka hêzên Pêşmerge perwerde dikin.

Seywan Barzanî got, wezîrên derve yên Beneluxê li Bexdayê behsa pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê û paqij kirina navçeyên rizgarkirî ji mayîn û bombeyên DAIŞê jî kirin.

Wezîrên derve yên Beneluxê şeva borî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Navê Benelux ji navê sê welatên Belçîka, Holanda û Luxemborgê hatiye vergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:42:37