Xalê cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rexneyên tûj li xarziyê xwe girt!

Qubad Talebanî jî li ser rûpela xwe ya facebookê bersiva xalê xwe daye û gotiye, xalê min yê mezin û hêja tiştek li ser min nivîsiye. Helbet ew tiştên ku wî nivîsîne, bo min girîng in lê ez hez nakim li vir bersiv bidim lê nayê wê wateyê ku ez bersiva wî nadim. Emê di demek kurt de bi hev re rûnên û li ser vê mijarê bipeyîvin, bila ti kes jî vê yekê mezin neke.
05.02.2017, Paz - 16:30
 Xalê cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rexneyên tûj li xarziyê xwe girt!
Nuçe Belav bike

Xalê cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî rexneyên tûj li wî digire Qubad Talebanî jî bersiva xalê xwe dide.

Xalê Qubad Talebanî, Helo Îbrahîm Ehmed di nivîsa bi navê “Qubad û Dosyeya Petrolê” de, rexneyên tûj li xarziyê xwe girtiye û gotiye, di civîn û cihên ku behsa petrolê tê kirin Qubad Talebanî dibêje ku haya min ji dosyeya petrolê heye. Tu nûnerê YNKê di nav hikûmetê de yî ji ber wê jî divê herî kêm beşek ji rayedarên partiya te jî ji vê mijarê agahdar bin. Lê mixabin ne tenê endamên Polîtburoya YNKê, heta dayka te jî, ku endama polîtburoyê ye, ji dosyeya petrolê bê xeber in. Tenê bi rêya WîkîLeaksê agahdar dibin!

Xalê Qubad Talebanî her wiha gotiye, madem tu dibêjî haya min ji her tiştên petrolê heye wê çaxê tu çima bêdeng î?! Eger tu dê dîsa bêdeng bimînî wê demê êdî nebêje ez neviyê Îbrahîm Ehmed im!

Qubad Talebanî jî li ser rûpela xwe ya facebookê bersiva xalê xwe daye û gotiye, xalê min yê mezin û hêja tiştek li ser min nivîsiye. Helbet ew tiştên ku wî nivîsîne, bo min girîng in lê ez hez nakim li vir bersiv bidim lê nayê wê wateyê ku ez bersiva wî nadim. Emê di demek kurt de bi hev re rûnên û li ser vê mijarê bipeyîvin, bila ti kes jî vê yekê mezin neke.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1121 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:58:25