Xelkê Dihokê êrişên Îranê protesto dike

Li Dihokê xwepêşandaneke berfireh li dijî êrişa Îranê bi rê ve diçe û bi hezaran kes beşdarî wê xwepêşandanê bûne û êrişê protesto dikin.
18.01.2024, Per - 10:00
Xelkê Dihokê êrişên Îranê protesto dike
Nuçe Belav bike

Li bajarê Dihokê wekî nerazîbûneke li hemberî êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya Hewlêrê xwepêşandaneke berfireh bi rê ve diçe.

Xwepêşandanê li pêşiya Serokatiya Zanîngeha Dihokê dest pê kir.

Orginîzatorên xwepêşandanê ji tevahiya xelkê dixwazin beşdarî vê xwepêşandanê bibin.

Biryar e piştî birêveçûna meş û xwepêşandanê, hinek gotarên şermezarkirina êrişa Îranê jî bên pêşkêşkirin.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 631 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:01