Xwendekarekî du diktorên zanîngehê li Hewlêrê kuştin

Xwendekarekî Rêveberê Fakulteya Yasa û mamosteyekî din ê zanîngeha Selahedîn kuştin
28.06.2022, Sal - 09:26
Xwendekarekî du diktorên zanîngehê li Hewlêrê kuştin
Nuçe Belav bike

Xwendekarekî êrîş li kampusa zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê kir û Rêveberê Fakulteya Yasa û mamosteyekî din kuştin.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ragehand, îro danê sibê xwendekarekî 5 gule li Rêveberê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê Diktor Kawan Îsmaîl reşandin.

Diyar kir jî, piştî ku Diktor Kawan Îsmaîl bi birîndarî bo nexweşxaneyê hat veguhastin, lê belê wî canê xwe ji dest da.

Parêzgarê Hewlêrê got jî, wî xwendekarî bi ser mala Diktor Îdrîs Hemexan de jî girtiye û ew kuştiye.

Li gor zanyariyên K24ê, ew xwendekar pêştir ji zanîngeha Soranê hatibû derkirin û wî hewl da ku razemendiya veguhastinê bo fakulteya Yasa a Zanîngeha Selahedîn werbigire, lê belê wî kar li gor rênimayan nekiribû, ji ber wê jî çend caran gef li Diktor Kawan xwaribû.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî îro di daxuyaniyekê de, ev êrîşa çekdarî şermezar kir û got ku ji bo parastina kampusa zanîngehê, ew ê hemû rêkarên yasayî bigirin.

Nerina Azad. K24
Vî nûçeyê tevayî: 714 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:59:10