Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh (Çarşem, 12.02.2025) li Dubey, bi Wezîrê Karûbarên Civata Wezîrên Îmaratê Mihemed Qerqawî re, yadaşteke hevfêmkirinê ji bo lihevguhertina şarezahiyê di warên pêşxistin û nûkirina hikûmetdariyê de îmza kir.
Ew yadaştname alîkariyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îmaratê zêdetir dike. Li dû vê yadaştnameyê, Îmarat alîkariyan di pêşxistina karûbarên hikûmetê û çavkaniyên mirovî de pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike, herwesa ezmûnên xwe li ser bernameya dîjîtalkirinê ya serkeftî ya vê dawiyê ya Îmaratê vediguhêzin.
Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Kabîneya Îmaratê li roja 29ê Adara 2022ê jî yadaşteke hevfêmkirinê li ser desthilatdarî û lihevguhertina zanyaran îmza kiribû.