Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê firiya

Piştî daxstina balafirgehên Hewlêr û Silêmanyê ji aliyê hikumeta lraqê ve, doroja çarşemê yekem firoke ji balefrgeha Silêmaniyê ber bi welatê Erebistana Siûdiyê bi rê ket.
08.03.2018, Per - 06:36
Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê firiya
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ragihandina Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê Dana Mihemed ragihand ku doroja çarşemê yekem firoke bo gihandina Umrekarên Kurdistanê ji balafirgeha Silêmaniyê bo Erebistana Siûdiyê firiya.

Mihemed da xuyakirin ku wê firokê 168 umrekar hilgirtibûn û di rojên dahatî de firîna firoka ji balefrgeha Silêmaniyê bo Siûdiyê bi merema gihandina erka Hecî û umrekarên Kurdistanê wê berdewam be.

Hêjayî gotinê ye, piştî encamdana referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê di roja 25 îlona sala par de, hikumeta lraqê biryara qedexekirina hatin û çûyînê ji balafirgehên herêma Kurdistanê re derxist û ta niha jî ew biryar berdewam e û balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê tenê bo navxweya lraqê tên bikaranîn û firokên derve nikarin li wan dadin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:39