Yekem care mamostayekî olî bawernameya doktora li ser êzdiyan bidestxist

Yekem care mamosteyekî olî li Herêma Kurdistanê teza doktora ya xwe bi serenava ‘’Êzdî li Kurdistanê û pêwendiyên wan ên li gel musilmanan’’ bi payeya pirbaş li welatê Malezya bidestxist.
28.05.2022, Cts - 08:01
Yekem care mamostayekî olî bawernameya doktora li ser êzdiyan bidestxist
Nuçe Belav bike

Di peyamekî de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Dr. Piştîwan Sadiq di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Gotarbêjê mizgefta Hacî Ebde Azadî Dr. Bîlal Melobirxal yekem mamostayê olî ye ku teza doktora ya xwe bi serenava ‘’Li Kurdistanê êzdî û pêwendiyên wan ên li gel musilmanan’’ bi payeya pirbaş li welatê Malezya bidestxist. Li gor çavkaniyên zanistî yên 529 kar li ser dîroka kevin a pêkvejiyana olî û serhilatên êzdiyan û pêwendiyên wan ên giring li gel musilmanan bi giştî rawe kiriye.’’

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Piştîwan Sadiq di beşeke din a peyama xwe de dibêje: ‘’Em berdewam behsa vê pêkvejiyanê dikin, bi taybet ev awayê rast û hemdemî yên lêkolînan jî ku xwe dispêre lêkolînên akademîk û zanistî giring in û me destxweşî lê kir û ji bo wî jî serkeftin xwest.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:28:27