Yekgirtûya Îslamî Firaksiyona xwe ji Parlamentoya Kurdistanê vekişand

Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, li dijî dirêjkirina xula niha ya parlamentoyê, endamên xwe ji parlamentoyê vekişandin.
01.11.2022, Sal - 13:00
Yekgirtûya Îslamî Firaksiyona xwe ji Parlamentoya Kurdistanê vekişand
Nuçe Belav bike

Ji ber dema xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ya yasayî di 6ê Mijdarê de bi dawî dibe û hilbijartinên parlamentoyê di roja 1/10/2022 de nehatin lidarxistin, parlamentoyê roja 9ê Cotmeha borî, yasayek pesend kir û xula xwe ya pêncemîn bo saleke din dirêj kir.

Yekgirtûya Îslamî di nivîseke fermî de ku arasteyî Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kiriye, tê de ragihand, “ti hincetek ji bo dirêjkirina xula pêncem a parlamentoyê nîne” û tekezî li ser wê yekê kir, ku ew “piştgiriyê nadin biryara dirêjkirina parlamentoyê.”

Di rûniştina pesendkirinê de, 80 parlementeran ji koma 111 parlementeran deng dan bo dirêjkirina xula pêncem a parlementoya Herêmê, 5 parlementerên Yekgirtûya Îslamî û Koma Dadweriya Kurdistanê jî boykot kirin.

Li gor projeyasaya ku ji aliyê endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Gorranê û parlamenterên din ên pêkhateyan ve hatiye pêşkêşkirin, parlamentoya niha dê heta Payîza sala 2023an li ser karên xwe berdewam be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:20