Yekîtiya Ewropayê derbarê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê daxuyanî belav kir

Yekîtiya Ewropayê dibêje, ew bi tundî êrîşên Supaya Pasdarên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike.
01.10.2022, Cts - 14:21
Yekîtiya Ewropayê derbarê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê daxuyanî belav kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Peter Stano roja Înê 30 Îlona 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên Îranê “serweriya axa Iraqê binpê dike” her wiha diyar kir ku “Fikrên me bi qurbanî û malbatên wan re ne" yên ku di êrîşan de canê xwe ji dest dane an jî birîndar bûne.

Stano di daxuyaniya xwe de got, “Yekîtiya Ewropayê piştevaniya xwe ya temam bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û gelê Iraqê dubare dike.”

Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kir.

Di êrîşan de sivîl jî di nav de 15 kes şehîd bûn, 10 jê giran 46 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:27