YNK: Ne Ebadî ne jî kesekî din nikare rola Pêşmerge bide ji bîr kirin

Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre dayuniyek da û li ser gotara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya derbarê bidawîbûna şerê DAIŞê de ku tê de behsa rola Pêşmerge nekiribû got, "Kes nikare rê li ber tîrêjin rojê bigire. Ebadî baweriya xwe ji dest dide."
10.12.2017, Paz - 15:20
YNK: Ne Ebadî ne jî kesekî din nikare rola Pêşmerge bide ji bîr kirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre îro di daxuyaniyekê de bertekên xwe li hemberî gotara Heyder Ebadî ya derbarê bidawîbûna şerê DAIŞê de nîşan dan.

Heyder Ebadî bi sedema bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê yê li Iraqê pîrozbahiya hemû hêzên çekdarî yên Iraqê kir û navên wan anî ziman, lê bi tu awayî navê Pêşmergeyên ku di vî şerî de 800 endamên xwe ji dest kirine bilêv nekir.

Sadî Ehmed Pîre derbarê vê yekê de wiha got: "Ne Ebadî û ne jî kesekî din nikare rola Pêşmerge ya di şerê DAIŞê de li xwe girtî ji bîr bike û bide ji bîrkirin. Hemû qehremanî ji aliyê Pêşmerge ve hatin tomarkirin. Ebadî ne bi van gotinan mezin dibe û ne jî bilindtir dibe. Berevajî vê yekê lawaztir dibe û baweriya xwe ji dest dide. Kes nikare rê li ber tîrêjin rojê bigire."

Pîre derbarê kursiyê parêzgeha Kerkûkê de jî wiha axivî: "Li ser vê mijarê gotûbêj têne kirin. Dema ku piraniya dengên Encumena Parêzgariyê Kerkûkê pêkhat dê mijar safî bibe."

Berdevkê YNKê derbarê daxwaza hevdîtinên hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî ragihand ku: "Hikûmet û parlamentoya me heye. Eger Ebadî bixwaze pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike, bila hevdîtinan bi hikûmeta me re bike. Kesên ku ketine pey berjewendiyên xwe yên şexsî, dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê nebin alîkar."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:57:31