YNKê sîstema hevserokatiyê hilweşand

YNKê Bafil Celal Talebanî wek Serokê YNKê hilbijard.
29.08.2022, Pts - 06:59
YNKê sîstema hevserokatiyê hilweşand
Nuçe Belav bike

Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di civîna xwe ya îro de li bajarê Silêmaniyê, sîstema hevserokatiyê di nava wê partiyê de hilweşand û Bafil Talebanî bi fermî wek Serokê YNKê diyar kir.

Encûmena Serkirdayetiya YNKê roja Yekşembê 28ê Tebaxa 2022an ji bo hilweşandina sîstema hevserokatiyê û gotûbêjkirina hin mijarên taybet bi partiyê civiya.

Li gor daxuyaniya YNKê, di civîna îro de têkildarî rêziknameya partiyê gotûbêj hatin kirin û di encam de rêzinameyeke nû bo YNKê hat pesendkirin ku têde sîstema hevserokatiyê hatiye betalkirin.

Herwiha di civîna îro ya Encûmena Serkirdayetiya YNKê de, Bafil Celal Talebanî xwe ji bo posta serokatiya partiyê berbijar kir û bi dengên 89 endamên encûmenê wek serokê YNKê hat hilbijartin.

Bafil Talebanî kurê mezin ê Celal Talebanî, serokkomarê pêştir ê Iraqê û sekreterê berê yê YNKê ye, heta kongreya çarem a YNKê ku di sala 2020an de hat lidarxistin, ti posteke wî ya fermî di nava refên YNKê de nebû, lê di kongreya çarem de bi 791 dengan wek Endamê Serkirdayetiya YNKê hat hilbiajrtin û piştî ku di kongreyê de sîstema hevserokatiyê bo partiyê hat diyarkirin, bi piraniya dengên endamên serkirdayetiyê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek hevserokên YNKê hatin hilbijartin.

Roja 8ê Tîrmeha 2021an aloziyên nav YNKê zêdetir bûn, piştî ku Bafil Talebanî berpirsên her du saziyên giring ên Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê yên sînorê Silêmaniyê guhertin.

Ew biryarên Bafil Talebanî bûne sedema dilgiraniya Lahûr Şêx Cengî û ji ber wê jî peywendiyên herdu aliyan aloztir bûn û di roja 15ê Tîrmehê de Polîtboruya YNKê desthilatên hevserokatiyê ji Lahûr Şêx Cengî wergirtin.

Derbarê civîna îro ya encûmena serkirdayetiya YNKê de pêştir hatibû gotin, ku Qubad Talebanî dê posta endamê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê werbigre, lê belê ofîsa wî ew zanyarî red kirin.

Herwiha di daxuyaniya civînê de ti amaje bi wê yekê nehatiye kirin ku cîgir ji serokê partiyê re bê diyarkirin, herwiha behsa tijekirina cihê wan endamên serkirdayetiyê jî nehatiye kirin ku hatibûne rawestandin an jî hatibûne derxistin.

Pêştir hatibû gotin, ew biryar û pêşniyarên piştî bûyerên 8ê Tîrmehê di nava YNKê de hatine dayîn dê di civîna îro ya serkirdayetiya YNKê de bên sererastkirin û tê plankirin ku endamên nû li şûna kesên hatine dûrxistin bêne erkdarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 436 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:25