Zanîngeha Selahedînê sê roj şîn ragihand

Lı Hewlêrê 2 mamostayên zanîngehê ji aliyê xwendekarekî ve hatibun kuştin, Serokatiya Zanîngeha Selahedîn 3 roj şîn ragihand.
29.06.2022, Çar - 07:16
Zanîngeha Selahedînê sê roj şîn ragihand
Nuçe Belav bike

Berdevkê Serokatiya Zanîngeha Selahedîn – Hewlêr Saman Ebdullah ji (Basnews) re ragihand: “Serokatiya Zanîngeha Selahedîn biryar da ku ji bo şehîdkirina 2 mamostayên zanîngehê 3 rojan şîn were ragihandin.

Herwiha Saman Ebdullah got: “Ala zanîngehê dê sê rojan li hemû kolejên zanîngeha Selahedînê were daxistin.

Cihê behsê ye Dekanê Koleja Yasaya Zankoya Selehedî Dr. Kawan Îsmaîl û Mamostayê Koleja Endazyarî ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Izet Hemexan îro bi awayekî hovane hatin kuştin.i

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 534 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:42:20