Zebarî: Em vî mijarê de teqez bibiryarin

Endamê Encûmena Bilinda referandoma Serxwebûna Kurdistanê pirsa referandomê li gel komek rojnamegerên Kuwêtê gotubêjkir
05.08.2017, Cts - 08:30
Zebarî: Em vî mijarê de teqez bibiryarin
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê PDK û Endamê Encûmena Bilinda referandoma Serxwebûna Kurdistanê Huşyar Zêbarî li rûpela xwe ya taybet Facebookê belav kir ku, duh li gel şandeke ragihandina Kuwêtê, herwiha konsilê giştî yê wî welatî li Herêma Kurdistanê civiya.

Zêbarî da zanîn ku, di wê civînê de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê hate kirin, tekez kir ku, her di wê civînê de sipasiya hikumeta Kuwêtê derbarê alîkariyên wan ji penaberan jî hate kirin.

Her wiha Zebarî dibêje; ligel dijî derketina Iraq, Tirkiye, Îran û Amerîka'yê jî referandûm çawa hatiye plansaz kirin tê wî şeklê bête çêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:20:58