Zêdetirî 158 hezar geştyaran di cejnê de serdana Hewlêrê kirine

Ofîsa Parêzgariya Hewlêrê amarên giştî yên bûyerên rojên bêhnvedana Cejna Qurbanê belav kir.
13.07.2022, Çar - 06:26
Zêdetirî 158 hezar geştyaran di cejnê de serdana Hewlêrê kirine
Nuçe Belav bike

Ofîsa Parêzgariya Hewlêrê amarên giştî yên bûyerên rojên bêhnvedana Cejna Qurbanê belav kir. Herwiha eşkere kir ku di rojên cejnê de zêdetirî 158 hezar geştyaran serdana Hewlêrê kirine.

Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê eşkere kir, amadekarî û planên ku ji bo rojên cejnê hatibûn amadekirin, bi awayekî serkeftî û bêyî kêşe hatine cîbicîkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, di rojên cejnê de 41 tawan hatine tomarkirin û 36 tawan jî eşkere bûne, ji bilî wê, 158 hezar û 883 geştyaran di nava çar rojan de berê xwe dane Hewlêrê.

Parêzgariya Hewlêrê eşkere kiriye, amarên giştî yên bûyeran jî bi vî awayî ne:

Yekem / Polîs

41 tawan hatine tomarkirin, 36 tawan hatine eşkere kirin, 5 tawan jî di bin lêkolînê de ne.

Duyem / Trafîk

14 bûyerên trafîkê rûdane û di encamê de 6 kes birîndar bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Sêyem / Berevaniya Şaristanî

7 bûyerên şewatê derketine, hemû şewat ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve hatine kontrolkirin.

Çarem / Geştûguzarî

158 hezar û 883 geştyaran di nava çar rojên cejnê de serdana Hewlêrê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:39