19 sal di ser kiryarên terorîstî yên 1ê Sibatê re derbas bûn

Îro 19 sal di ser karesata 1ê Sibatê re derbas dibin, ku sibeha roja yekem a Cejna Qurbanê, terorîstan bi rêya du kiryarên xwekujiyê li Hewlêrê, Liqa 2 ya PDK û Melbenda 3 ya YNKê kirin armanc, ji ber teqînan 103 kes şehîd bûn.
01.02.2023, Çar - 08:28
19 sal di ser kiryarên terorîstî yên 1ê Sibatê re derbas bûn
Nuçe Belav bike

Di 1ê Sibata 2004an de roja Cejna Qurbanê, terorîstan 2 teqînên xwekujiyê li Liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û li Melbenda 3 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) encam dan.

2 endamên rêxistina El Qaîdêyê ew teqîn pêk anîbûn û di encamê de 103 serkirde û Pêşmergeyan şehîd bûbûn, herwiha bi dehan hemwelatî jî birîndar bûbûn.

Li herdu baregahên serkirdeyên siyasî bi minasebeta Cejna Qurbanê cejna gel pîroz dikirin.

Li parka Samî Ebdurehman ku ew bi xwe jî şehîd bûbû peykerek momentek hatiye çêkirin û navê 103 şehîdan lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibatê de ew şehîdên Kurdistanê tên bibîranîn.

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan a Herêma Kurdistanê di 19emîn salvegera kiryarên xwekujiya 1ê Sibatê de daxuyaniyek belav kir û tekez kir, xwîna şehîdan û qurbaniyên karesatê bûye havênê bihêzkirina ruhê pêkvejiyan û serweriya Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:35