3 ciwanên Amûdê li ser sînor ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin êşkencekirin

Du zarok û xortekî 18 salî yên ji gundewarê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Tirkiyê hatin girtin û êşkencekirin.
23.06.2022, Per - 14:24
3 ciwanên Amûdê li ser sînor ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin êşkencekirin
Nuçe Belav bike

Jêderekî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê du zarokên temen 16 salî û xortekî 18 salî li ser sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê, hewl dan li ser sînor derbasî Tirkiyê bibin û di dema derbasbûnê de ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine girtin û bi awayekî hovane hatine êşkencekirin.

Jêderê K24ê eşkere kir, navên her du zarokên 16 salî Dilyar Mecîd Silêman û Malik Xedban e, navê xortê 18 salî jî Dildar Mecîd Silêman e.

Herwiha diyar kir ku her sê xort ji gundê Sinceqa Se'dûn ê ser bi bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 526 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:22:16