4 endamên “Asayişê” di êrîşa droneke Tirkiyê hatin kuştin

Di êrîşê de, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin
28.07.2022, Per - 09:30
4 endamên “Asayişê” di êrîşa droneke Tirkiyê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li başûrê Eyn Îsayê bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, droneke artêşa Tirk otomobîlek li nêzî kampa Til El-Semin a koçberên Girê Spî, li başûrê bajarokê Eyn Îsa kire armanc.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin ku yek ji nava wan jin e .

Ev yek di demekê de ye, piştî gefa Tirkiyê a destpêkirina operasyoneke leşkerî li Til Rifet û Minbicê, êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê HSDê de zêde bûne.

Roja 22ê vê mehê jî droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke HSDê li ser riya Qamişlo - Tirbesipiyê bombebaran kiribû û tê de Cîgira Fermandarê Giştî yê HSDê Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) û du şervanên din ên jin hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:21:38