4 partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar belav kirin

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, partiyên Tevgera Çaksazî-Sûriya, Partiya Demokrata Kurdî li Sûriye-El-Partî, Partiya Çep a Demokratî Kurdî li Sûriyê û partiya Wîfaq a Kurdî Sûrî ku bi navê Hevpeymaniya HEVBENDî tên naskirin civiyan û piştre daxuyaniyek belav kirin.
05.01.2023, Per - 05:35
4 partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar belav kirin
Nuçe Belav bike

Çar partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hepar belav kirin û tê de ragihandin “Doza Kurdî li Sûriyê dozeke niştîmaniye, û nabe têkeve bin bandora hewildanên navherêmî, herwiha divê Tirkiye binpêkariyan dijî welatiyên Kurd li Efrîn û Serê Kaniyê bi dawî bîne, û divê aliyên Kurdî nakokiyên xwe çareserr bikin û tenê doza Kurdî armanca hemûyan be.”

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, partiyên Tevgera Çaksazî-Sûriya, Partiya Demokrata Kurdî li Sûriye-El-Partî, Partiya Çep a Demokratî Kurdî li Sûriyê û partiya Wîfaq a Kurdî Sûrî ku bi navê Hevpeymaniya HEVBENDî tên naskirin civiyan û piştre daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniya partiyên HEVBENDî de ragihandin “Nêzîkbûna Sûriyê û Tirkiye xwesteke niştîmanî ye, lê divê ev nêzîkbûn berî her tiştî bo berjewendiyên gelê Sûriyê be, û daku ev nêzîkbûn serkeftî be divê şert û merc jê re bên dabînkirin, Yekem: Pêkanîna diyalogeke niştîmanî giştî di encam de Sûriyeyeke nû nenavendî bê damezrandin, eger na, tişta ku di civînên veşartî de çêdibe tirseke zêde li ba beşekî mezin ji gelê Sûriyê çêdike, ji ber gelê Sûriyê qurbaniyên mezin dijî DAIŞê û Nusre dane, bi vê yekê hikûmeta AK Partî tenê dixwaze krîzên xwe yên navxwe çareser bike. Duyem: Divê opozisyona Sûriyê dest ji nakokiyan berde û derfetê bi dest bîne daku platformeke niştîmanî pêk bîne bi taybetî li gel MSDê.”

Li ser asta Kurdî jî di daxuyaniya HEVBENDî de dibêje “Doza Kurdî li Sûriyê dozeke niştîmaniye, û nabe têkeve bin bandora hewildanên navherêmî, herwiha divê Tirkiye binpêkariyan dijî welatiyên Kurd li Efrîn û Serê Kaniyê bi dawî bîne, û divê aliyên Kurdî nakokiyên xwe çareserr bikin û tenê doza Kurdî armanca hemûyan be.”

Di dawî de, Dxuyaniya HEVBENDî daxwaz ji Rûsyayê kir doza Kurdî li ber çav bigire, herwiha daxwaz ji Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê kir, di şerê DAIŞê de berdawm bin û piştîvaniya xelkê navçeyê bikin bo pêkanîna aramiyê û başkirina rewşa aborî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 608 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:51:38