5 sal di ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî re derbas dibin

5 sal di ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê ve derbas dibin, ji wê dem ve jî binpêkirinên mafên mirovan, revandina welatiyan û destdanîna ser mal û milkên xelkê wan bajaran berdewam e.
09.10.2024, Çar - 14:07
5 sal di ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî re derbas dibin
Nuçe Belav bike

9ê Cotmehê 2019an artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê, dest bi êrîşa li ser bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî û yên Rojavayê Kurdistanê kirin û dagîr kirin. Di şerê herdu bajaran de, 68 sivîl hatin kuştin û zêdetir ji 150 hezar kesî koçber bûn.

Rêxistina Tazur raporeke nû derbarê binpêkirinên komên çekdarên sûrî li Serê Kaniyê û Girê Sipî belav kir û tê de diyar kir ku ji destpêka dagîrkirina herdu bajaran ve:

 - 808 haletên girtinê hebûn, çarenivîsa 294 kesan ji wan ne diyar e.

- 696 kes hatine eşkencekirin, ji wan 7 di bin eşkenceyan de canê xwe jidest dane.

- 121 girtî ji bo Tirkiyeyê hatin veguhestin. 62 hatine li derveyî Sûriyeyê hatine dadgehkirin. 

- Guhartina demografiya herdu bajaran berdewam e ku niha hejmara kurdan li Serê Kaniyê ji 70 hezar kesî, daketiye ku tenê 42 kurd lê mane. Herwiha hejmara Xiristiyan, Erman, Êzidiyan jî li wan herdu bajaran  jî kêm bûye.

- 3400 malbatên Erebên ji navçeyên din yên Sûriyeyê li herdu bajaran hatine bicihkirin

- 120 malbatên DAIŞê li herdu bajaran hatine bicihkirin

- 52 gund hatine valakirin

- Komên çekdaran li ser dirêjahiya 5 salan, dest danîn ser 6200 mal, 1200 dikan û 1 milyon donim zeviyên welatiyên koçber.

Rewşa ewlehiyê jî di van 5 salan de di xirabtirîn ast de ye ku 81 teqîn li Serê Kaniyê û Girê Sipî çêbûne, di encama wan de, 147 sivîl hatin kuştin û 320 kes jî birîndar bûne. Herweha 71 caran şer û pevçûnên navxweyî di navbera komên çekdar de çêbûne û sivîl bûne qurbanî.

Pêştir jî Netewên Yekgirtî di raporên xwe de behsa binpêkirinên komên çekdaran li Serê Kaniyê û Girê Sipî kir û daxwaza rawestandina wan tawan û binpêkirinên mirovî kir, herwiha sizadana aliyên berpirs kiriye, lê bangewaziyên wê bê encam mane û ti guhdanek pê nehatiye kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 139 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:18:10