Rojnameya “Der Spiegel” a Almanî belav kir, Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ragihandiye, heger herêma ewle bi çavdêriya navdewletî li bakurê Sûriyê bê avakirin, ew amade ne 2500 leşker bişînin Sûriyê.
Rojnameyê aşker kir jî, heger pêşniyaza Almanyayê bo avakirina herêma ewle ya navdewletî bê qebûlkirin, ji bilî wê hejmara leşkeran, Almanya dê bi dehan tank, zirîpoş, topavêj û çekên giran û herwiha çend firokeyên şer yên ji curya Tornado û Eurofighter Typhoon dê li navçeyê bicih bike.
Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer roja 21ê vê mehê ragihand, wê bi Şêwirmenda Almanya Angela Merkel re projeyek amade kirine û dê di civîna NATOyê ya li ser asta wezîrêm bergîriyê ya 24 û 25ê vê mehê de pêşkêş bikin.