Amerîka: Divê rejîma Sûriye bernameya xwe ya çekên kîmyayî ji nav bibe

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Em dê berpirsên êrîşa kîmyayî ya sala 2013an li ser Xûteya Sûriyê ceza bikin û Amerîka li ser cîbicîkirina sozên xwe berdewam e.”
22.08.2022, Pts - 08:19
Amerîka: Divê rejîma Sûriye bernameya xwe ya çekên kîmyayî ji nav bibe
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi helkefta derbasbûna 9 salan bi ser êrîşa kîmyayî ya li navçeya Xûte ya li rojhilatê Şamê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, serê sibeha roja 21-8-2013, artêşa Sûriyê bombeyeke kîmyayî ji corê gaza Sarîn li navçeya Xûteya rojhilatê Şamê ku di bin kontrola grûpên çekdar ên opozisyonê de bû, teqand û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin ku piraniya wan zarok bûn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye, “9 salan beriya niha di sibeha 21ê Tebaxa 2013an de, rêjîma Esed gaza jehrê ya sarîn li dijî sivîlên Sûrî li navçeya Xûte ya li derdora Şamê bikar anî û zêdetir ji 1400 kesên sivîl kuştin ku piraniya wan zarok bûn, Amerîka wê trajediyê bi bîr tîne û soza xwe ya cezakirina bikerên wê tekez dike.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê qurbaniyên êrîşa li ser Xûteyê û çend êrîşên din bi bîr tîne û bilind dinerixîne, ku “tê texmînkirin ji aliyê rejîma Esed ve hatibin pêkanîn.”

Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Derve ya Amerîkayê bikaranîna çekên kîmyayî li her derê û ji ber her sedemekê bi tundî şermezar dike û destnîşan dike, “ti parêzbendiyek ji bo bikarberên çekên kîmyayî tune ye.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji rejîma Sûriyê dike di çarçoveya pabendbûnên navdewletî de bernameya xwe ya çekên kîmyayî eşkere bike û ji nav bibe, her wiha rê bide tîmên nirxandinê yên ser bi Rêxistina Çekên Kîmyayî daku derbasî nav Sûriyê bibin û hemû gumanên li ser bernameya çekên kîmyayî ya rejîmê zelal bibin.

Amerîka bi tundî piştgiriya hewldanên Sûriyeyiyan û civaka navdewletî dike ji bo “dabînkirina dadmendiyê ji bo tawanên hov ên bêhejmar yên ku li dijî gelê Sûriyê hatine kirin, ku hin ji wan wek ‘tawanên şer û tawanên dijî mirovaiyê tên hesibandin’, herwiha tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo çareseriyeke temam a siyasî ji krîza Sûriyê re li gorî biryara hejmar 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî kir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:46:45