Amerîka hêzeke taybet li rojavayê Kobaniyê bicih dike

Hate ragihandin ku Amerîka hêzeke xwe ya taybet li başûrê rojavayê bajarê Kobanê bicih dike.
25.03.2018, Paz - 09:18
Amerîka hêzeke taybet li rojavayê Kobaniyê bicih dike
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên K24ê şandeke Amerîka li bajarê Minbicê yê başûrê rojavayê Kobanê û bakûrê Sûriyeyê ye û hat diyarkirin ku dê piştî çar rojên din jî hêzeke taybet a Amerîkayê bigehe Minbicê.

Endameke wê şandeyê ragihandiye ku niha beşek ji hêzên Amerîkayê li navçeyê ye dê hejmarek baregeh li başûrê Minbîcê ava bike.

Piştî kontrolkirina Efrînê, rayedarên Tirkiyeyê çendîn caran behsa operasyonekê li dijî Minbic jî kirine û dûbare kirine, ku ew ê Minbic jî kontrol bikin û piştî kontrolkirinê bi awayekî hevbeş li gel Amerîkayê ewlehiya wê deverê bistînin.

Hêjayî gotinê ye ku Minbic dikeve rojavayê çemê Firatê û navenda Rojavayê. Minbic di sala 2014an de, çekdarên DAIŞê ew bajar ji destê opozisyonê derxistin û di Tebaxa sala 2016an de, bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ew bajar kontrol kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:37:07