Amerîkayê 50 endamên HSDê girtin

Hat ragihandin ku li kêlgeha el-Umer a neftê ya li rojhilatê Dêre Zorê, hêzên Amerîkayê 50 endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi gumana peywendiya bi welatên derve re girtine ku zanyarî li ser tebabên nefta berhemkirî û hejmara hêz û çekan ji wan re şandine.
05.08.2022, Cum - 05:35
Amerîkayê 50 endamên HSDê girtin
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya Rûsyayê, roja 3ê Tebaxê li kêlgeha el-Umer a neftê ya li rojhilatê Dêre Zorê, hêzên Amerîka 50 endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tohmeta peywendiya li gel welatên derve girtine ku zanyarî li ser tebabên petrola berhemkirî û hejmara hêz û çekan ji wan re dişandin.

Berî çend rojan jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê rûbirûbûna sîxuriyên girêdayî MITa Tirkiyê li nav rêzên xwe operasyona Sondê dest pê kiribû û di encamê de 8 sîxur girtine ku bibûne sedema êrîşên dronên Tirkiyê bo ser fermandarên HSDê ku di encamê de nêzîkî 36 fermandar û şervanan canê xwe ji dest dabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1019 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:48:16