Amerîkayê grûpên çekdar ceza kiribûn, Rêveberiya Xweser daxuyanî da

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got “Biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya dawî ya li ser fezkirina cezayan derheqê hin serekên komikên nandoz ji ber ku tawanên şer pêk anîbûn û Kurd ji Efrînê koçber kiribûn, biyareka di cihê xwe de ye.”
19.08.2023, Cts - 07:10
Amerîkayê grûpên çekdar ceza kiribûn, Rêveberiya Xweser daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê doh ji ber zordarî û derbideriya ku wan anîye serê Kurdên herêma Efrînê, ceza bi ser grûpa Silêman Şah û Firqeya Hemzeyê de sepandibû.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd li ser biryara Amerîkayê ya cezakirina grûpên çekdar daxuyaniyek belav kir.

“Gaveke erênî be jî têr nake”

Bedran Çiya Kurd di daxuyaniyê de got “Em dibînin ku ev biryar gaveka erênî ye ber bi pêkanîna edaletê ve, lê ew tenê têrê nake ku mafên Efrîniyan vegerîne û rewşa trajedî ya ku hemû mafên mirovan binpê dike, bi dawî bike.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihandibû ku ew grûpên çekdar li Efrînê xelkê direvînin û dest danine ser mal û milkên wan

Herwiha Çiya Kurd diyar kir “Li tenişta van tawankaran, bi sedan serekên din ên wan komikan hene ku gelek karên terorî û tawanên şer ên mîna kuştin, dizî, dîlkirin, revandin û bazirganiya mirov û madeyên hişbir kirine.”

“Bila civaka navdewletî komîsyoneke lêkolîne bişîne Efrînê”

Li aliyê din Çiya Kurd ji bo dadgehkirina hemû tawankaran bang li civaka navdewletî kir ku komîsyoneke navdewletî ya lêkolînê bişîne û wiha anî ziman:

“Ev rewşa trajedî pêwîstiya wê bi şandina Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî heye, ku bi awayekî lezgîn here deverên dagîrkirî, bi taybet Efrînê.

Ji ber wê edalet ew e ku hemû tawankar bo Dadgeha Cînaî ya Navdewletî bên pêşkêşkirin, ji ber ku kiryarên wan tawanên şer û dijî mirovan in.

Hiştina wan bêyî hesabdîtin dê rewşê bêhtir tevlihev bike û dê nearamî li raya giştî ya Efrînê peyda bibe, ji ber ku wê berê xwe bidin tolhildanê.

Ji ber wê divê edalet bo qubaniyan were pêkanîn û sînorek ji tawankarên ku şûrê wan li ser stûyê sivîlan e, bê danîn.\"

“Pêkanîna ewlehiyê bi dawîkirina dagirkeriyê pêk tê”

Çiya Kurd di daxuyaniyê de wiha berdewam kir:

“Pêkanîna edaletê ji bo sivîlan û peydakirina ewlehî û seqemgîriya wan deveran bêyî bidawîkirina dagîrkerîyê û derxistina wan komikên terorîst û karkirina li ser rewşa vegerandina koçberan a ewle pêk nayê.

Civaka Navdewletî perpirsyariya tiştê ku li deverên dagîrkirî rû didin, digire û ji wan tê xwestin ku qanûnên ku wan bo mafên mirovan çêkirine, biparêzin û pêk bînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 527 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:07:31