Amerîkayê ji ber çi sedemê Esadî hişyar kir ku hêzê li dijî HSDê bikar neyne?

Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) birêveberiya Sûriyeyê hişyar kir ku li dijî koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike,hêzê bi kar neyne. Li gorî pisporan ji ber ku Amerîka bawer dike stratejiya herêmê girîng e û niyeta Amerîkayê tineye ku ji Sûriyeyê derkeve.
03.06.2018, Paz - 12:22
Amerîkayê ji ber çi sedemê Esadî hişyar kir ku hêzê li dijî HSDê bikar neyne?
Nuçe Belav bike

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bernameya Murat Gaciyev ê Russia Today (RT) re axivîbû û diyar kir ku ew amade ne bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re gotûbêjan bikin lê vebijarka leşkerî jî hê jî di rojevê de ye. Li ser vê yekê Berdevkê Serfermandariya Amerîkayê Korgeneral Kenneth F. McKenzie jî diyar kiribû ku encama êrişa hevalbendên Amerîkayê li Sûriyeyê heye.

McKenzie, "Divê hemû aliyên li Sûriyeyê vê yekê fêm bikin ku fikra êrişa li dijî Amerîka û hevalbendê wê yên li Sûriyeyê ne baş e."

Serokê Komîteya Parastina Dûmayê ya baskê jêr a Parlamentoya Rûsyayê Aleksandr Şerîn diyar kir ku hebûna leşkerî yên Amerîka û koalîsyona navdewletî ya li Sûriyeyê ne meşrûye.

Şerîn, "Hebûna amerîkiyan a li gelek welatan ne meşrûye, ti kes wan nevexwendiye wan deran. Li Sûriyeyê jî rewşeke taybet heye, Rûsya li ser vexwendina fermî ya Şamê li Sûriyeyê û piştgiriya wî welatî kir. Ev di berjewendiyên me yên jeopolitik û netewî de ye."

Şerîn eşkere kir ku divê Amerîka vê yekê fêm bike ku dawiya serweriya wan hatiye û Sûriye di bin parastina Rûsyayê de ye û welatê me hemû sozên ku dan bicih anî."

Ji aliyê din ve ji Akademiya Zaninstên Topavêj û Moşekan a Rûsyayê Konstantîn Sîvkov jî di hevpeyvîna xwe yê li gel RTê de ragihand ku Amerîka ji ber stratejiya herêmên di bin kontrola wan de naxwaze ji Sûriyeyê vekişe.

Sîvkov got: "Her tişt hêsan û şefaf e. Amerîka çi dibe bila bibe helwesta xwe ya li Sûriyeyê dixwaze biparêze. Lewre herêm ji aliyê stratejîk ve bo Amerîkayê gelek girîng e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1161 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:29:35