Amerîka li Rojava artêşeke nû ava dike

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê îdîa kir ku Amerîka li kampa penaberan a li Hesekê, bi navê ‘Artêşa Sûriyê ya Nû’ artêşekê ava dike û di vê çarçovê de mîlîtanan perwerde dike.
16.12.2017, Cts - 14:24
Amerîka li Rojava artêşeke nû ava dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ku îdîaya xwe dispêre çavkaniyên herêmê û penaberan, daxuyaniyek belav kir. Li gor vê daxuyaniyê Amerîkayê di 6 mehên dawîn de ku di nav de çekdarên DAIŞ û Nûsrayê jî hene, bi dehan mîlîtan anîne kampa penaberan a li Hesekê û li wê derê perwerda leşkerî didê.

Li gor îdîaya wezareta Rûsyayê, wan çekdaran ji Reqa, Dêre Zor, Ebu Kemal û rojhilatê Firatê tînin bo kampa li Cisr el Şaddadi ku nêzî Hesekê ye. Herwiha li gor heman îdîayê niha 750 kes tên perwerdekirin ku avakirina vê hêzê bi girtina 400 DAIŞiyên ku Cotmehê li Reqayê hatibûn girtin destpê kiriye.

Tê îdîakirin ku ev hêza nû wê ji bo şerê rejîmê ji başûrê Sûriyê werin şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:00:22