Antony Blinken ji rojnamevanan re ragihand, her êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser Sûriyê dê bibe sedema jinavbirina seqamgîriya herêmî.
Antony Blinken li ser liv û tevgera serbazî ya ber bi bakurê Sûriyê hişyarî da Tirkiyê û ragihand, êrîşa serbazî herêmê rûbirûyî metirsiyê dike.
Gotinên Antony Blinken piştî wê yekê hat, ku îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 1ê Hezîranê di civîna koma partiya xwe de ragihand: “Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em ê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin. Piştre jî em ê qonax bi qonax li deverên din jî heman tiştî bikin.”
Erdogan li ser serlêdana Swêd û Fînlandayê ya ji bo endambûna NATOyê jî axivî û got: “Me derbarê endambûna herdu welatan bo NATOyê de, ji ber piştevaniya wan a ji bo rêxistina terorê ya PKKê û saziyên girêdayî wê, bi awayekî eşkere û bilez ragihand ku em li dijî endambûna wan in.”
Serokomarê Tirkiyê Erdogan got: “NATO rêxistineke ewlehiyê ye, NATO ne rêxistineke alîkariya bo terorîstan e.”
Herwiha Erdogan gotiye: “Li Swêd, Fînlanda, Almanya, Fransa û Holanda, polîs wan diparêze. Ew jî bi posterên serokê rêxistina terorîstî xwepêşandana xwe dikin. Li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê konan vedidin û pere kom dikin. Tevî hemû van tiştan em çawa divê bibêjin kerem bikin werin bibin endam