Artêşa Amerîkayê li navçeyên Rêveberiya Xweser operasyon kir; 3 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Fermandariya Navendî ya artêşa Amerîkayê dibêje, wan di operasyoneke hevbşe de li gel HSDê 2 edndamên DAIŞê û alîkarekî wan li rojhilatê Sûriyê girtine.
23.01.2023, Pts - 07:26
Artêşa Amerîkayê li navçeyên Rêveberiya Xweser operasyon kir; 3 çekdarên DAIŞê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Derengî şeva Yekşemê, 22ê Çileya 2023 Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de got, di operasyoneke hevbeş de bi rêya helîkopteran wan 2 endamên DAIŞê bi navên Ebdullah Hemîd Muslih el-Meddad naskirî bi Ebû Hemze el-Sûrî, Husam Hemîd Muslih el-Meddad naskirî bi Xeyr û alîkarekî wan destser kirine. Lê cihê operasyoê diyar nekirine.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê dibêje, di dema birêveçûna operasyonê de, kesekî sivîl bi sivikî birîndar bûye û bo navendeke pizîşkî hatiye şandin daku bê çareserkirin.

Berdevkê CENTCOM Joe Bochino derbarê operasyonê de dibêje: “Sivîlê birîndar ji aliyê hêzên hevbeşên me ber bi navendeke pizîşkî li gel hevjîna xwe hatine şandin û piştî wergirtina çareseriyê bo male hatin şandin.”

Bochino dibêje: “Ev operasyon pabendiya berdewam a CENTCOM bi navçeyê û têkşikandina DAIşê tekez dike. Herwiha dibêje jî: destserkiirna evana dibe sedema lawazkirina şiyana vê rêxistina terorîstî derbarê plandanîna êrîşan ku gefê li asayîş û aramiya navçeyê dikin.”

Berdevkê CENTCOMê behsa wê yekê jî dike, ku DAIŞ gef e li ser hevbeşên wan û gelê Iraq û Sûriyê. Heriha dibêje jî: “Erkê me di têkşikandina DAIşê de li gel hevbeşên me ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk berdewam dibe.”

Washington serkirdatiya hevpeymaniyeke navdewletî dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê dike.

Roja Înê, 20ê Çileya 2023ê, CENTCOM ragihand, ku bi 3ê dronan li ser binekya Tenefê li başûrê rojhilatê Sûriyê êrîş hatiye kirin, çavkaniyên xwecihî jî behsa wê yekê kirin, ku ev êrîş ji aliyê grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:55