Artêşa Tirkiyê 4 gundên Hesekê dan ber topan

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundê bakurê Hesekê dan ber topan û beşek ji xelkê ji gundên xwe derketin û berê xwe dan cihên ewletir.
29.12.2022, Per - 10:07
Artêşa Tirkiyê 4 gundên Hesekê dan ber topan
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê şeva Çarşemê/Pêncşemê bi tundî gundên Muharmala, Bobî, Niwêhat û Dada Ebdullah yên ser bi Zirkanê li parêzgeha Hesekê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên Rewnaghê, heta niha ziyanên vê topbaranê nayê zanîn û ji ber tundiya êrîşan, tevgera koçberiyê dest pê kiriye û xelk berê xwe dan cihê ewletir.

Ev topbaran di demekê de ye, îro danê sibê hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê li gundên Dirbêsiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş pêk anîbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:04:48