Artêşa Tirkiyê careke din Kobaniyê bombebaran kir

Hat ragihandin ku duh êvarê firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê navenda bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.
23.11.2022, Çar - 08:23
Artêşa Tirkiyê careke din Kobaniyê bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Hate diyarkirin ku artêşa Tirkiyê hemwext bi êrîşa esmanî re bi çekên giran jî êrişî navenda bajêr kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku nêzî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye, gundên Sêlîm, Aşmê û Korelî yên li rojavayê Kobaniyê û gundê Qeremox ê li rojhilatê Kobaniyê hatine topbarankirin.

Li gorî ANHA’yê, der barê ziyanên gengaz ên ji ber bomberdûmanê de ti agahî nehatin bidestxistin.

Çi bû?

Artêşa Tirkiyê êvara 20ê Mijdarê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê êrîşên esmanî pêk anîbû.

Herêmên Qendîl, Asos û Xakûrkê yên Herêma Kurdistanê û herêmên Kobanî, Kaniya Ereba, Minbic, Zor Migar, Tel Rifet, Cezîre û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê hatibûn hedefgirtin.

Wezîre Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihandibû di operasyona bi navê “Pence-Şûr” ku ji aliyê artêşa Trikiyê ve hatibû destpêkirin de 184 PKK û YPGyî jiyana xwe ji des dane.

Li aliyê din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amarên Tirkiyê derewand û got “Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di encamê êrişên hewayî de heta niha 184 şervanên me şehîd ketine. Ev agahî ne rast e. Di encamê ev êrişên dawî de heta niha şervanek me, 2 endamên ewlehiyê û 11 sivîl şehîd ketine.”

Herwiha Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku di êrîşan de herî kêm 37 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha SOHRê diyar kir ku di nav kesên canê xwe ji dest dane de 16 leşkerên Sûriyeyê jî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:09