Artêşa Tirkiyê Eyn Îsayê topbaran kir: 3 kes birîndar bûn

Artêşa Tirkiyê gundê Ebû Nîtûte Eyn Îsa topbaran kir, di encama topbaranê de sê kes birîndar bûn.
06.06.2022, Pts - 06:23
Artêşa Tirkiyê Eyn Îsayê topbaran kir: 3 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyê gundê Ebû Nîtûte Eyn Îsa topbaran kir, di encama topbaranê de sê kes birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî belav kirine ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Ebû Nîtûte yê Eyn Îsayê topbaran kiriye û di encamê de sê kes bi navên, Ebdulezîz Yûsif, Salih Taha û Basil Ubêd birîndar bûne, ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Ji aliyekî din her şeva bûrî, Encûmena Leşkerî ya Minbic ragihandiye ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ser bi wê ve, bi tundî herdû gundên Hemra û Boxazê li gundewarê rojavayê Minbic topbaran kirine, lê ti zanyarî derbarê ziyanan belav nekiriye. Li gor zanyariyan, zêdetir ji 10 topan li herdû gundan ketine xwarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 535 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:45