Artêşa Tirkiyê gundekî Til Temirê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Um el-Kêf li gundewarê Til Temir topbaran kirin.
23.07.2022, Cts - 10:46
Artêşa Tirkiyê gundekî Til Temirê topbaran kir
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên xwecihî ji Til Temirê belav kirine ku serê sibeha îro artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Um el-Kêf li rojavayê nahiyeya Til Temir li bakurê Hesekê topbaran kirine.

Heman çavkaniyan amaje bi wê yekê dane ku her îro artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li navçeya Şehbayê jî herdû gundên Um el-Qura û Hesaçik topbaran kirine û ziyanên madî çêbûne.

Doh droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo -Tirbespiyê, navbera herdû gundên Şorik û Neimetlî bombebaran kiribû.

Li gor heman zanyariyan di wê êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û zerar û ziyaneke zêde gihişte çend otomobîlên din jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 564 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:43