Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, artêşa Tirkiyê hejmarek gundên di navbera Efrîn û Til Rifat û çend gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.
Herwaha diyar kir, di topbarana ser gundê Soxanekê ya li navçeya Şêrewa de, 2 kes birîndar bûn.
Li Hesekê, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, gundên Şêx Fatimî û Hemîdiyê yên gundewarên rojhilatê Ebû Rasên li bakurê Hesekê, gundê Til El-Laban li başûrê rojavayê Hesekê, bajarokê Til Temr û gundê El-Şor li gundewarê Ebû Rasîn li bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan de bide.
Li Kobanî jî, hêzên Tirkiyê bi topên giran gundên Qeremûx, Cîcan, Zormxar û Carqelî li rojava û gundê Goran li rojhilatê Kobanê topbaran kirin.
Li parêzgeha Reqayê jî, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, gundên Zênobiya û Ebû Sûra yên rojavayê Eyn Îsa topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan de hebin.
Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Mijdara 2022an ve dest bi êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye û deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê dike armanc.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî gefa destpêkirina operasyoneke bejahî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û dibêje, di guncawtirîn dem de, ew ê êrîş bikin.