Artêşa Tirkiyê li Serê Kaniyê 2 kes bi guleyan birîndar kirin

li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê artêşa Tirkiyê gule berdane otombîekê, û di encamê de 2 kes birîndar dibin.
26.07.2018, Per - 05:56
Artêşa Tirkiyê li Serê Kaniyê 2 kes bi guleyan birîndar kirin
Nuçe Belav bike

Li gor çackaniyê navxweyî do, Çarşemê 25.7.2018 demjimêr 10:00 leşkerên Tirkiyê otomobîleke barhilgir a mirîşkan li taxa Birca Ara ya Serê Kaniyê bi guleyan armanc digirin û di encamê de 2 kes bi navê Mûsa Ubêd el-Hiro û Elî Nacî el-Elî ku di wê otombîlê de bûn birîndar bûn.

Li gor heman çavkaniyê herdu birîndar destpêkê bo nexweşxaneya Roj a Serê Kaniyê hatin veguhastin û piştre bo nexweşxaneya bajarê Hesekê hatin veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1129 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:26