Artêşa Tirkiyê navçeyên bakurê Sûriyê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê heta serê sibeha îro, hejmarek ji navçeyên bakurê Sûriyê topbaran û bombebaran kirin.
14.06.2023, Çar - 07:38
Artêşa Tirkiyê navçeyên bakurê Sûriyê topbaran kir
Nuçe Belav bike

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku artêşa Tirkiyê hejmarek ji navçeyên gundwarê bakurê Helebê, topbaran û bombebaran kirine.

Li gorî heman navendê, di wan êrîşan de bombe, topên hawinan û dron hatine bikaranîn.

Serê sibeha îro jî, artêşa Tirkiyê gundê El-Wehşiye li Navçeya Şehbayê topbaran kiriye û duh şeva Sêşemê jî zirîpoşeke hêzên Rûsyayê li wê deverê kire armanc.

Êvara Sêşemê jî, derdora gundê Aqîbe li nahiyeya Şêrawa ya ser bi Herêma Efrînê topbaran kir û di encamê de 3 leşkerên artêşa hikûmeta Sûriyê birîndar bûn. Hevdem gundê Eltoxar ê bakurê bajarê Minbic, di wan êrîşan de, hate armanckirin. Gundên Soxanekê jî, li nahiyeya Şêrawa li Efrînê hate armanckirin.

Li derdora pira Qereqozaq li rojhilatê Minbicê endamekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê canê xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.

Droneke Tirkiyê herwiha derdora gundê Tinnib ê ser bi nahiyeya Şera li Efrînê û derdora nahiyeya Til Refeet bombebaran kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:58