Artêşa Tirkiyeyê gundên Zirganê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar herêma navbera bajarê Serê Kaniyê û bajarokê Zirganê yê li bakurrojhilatê Hesekê topbaran kir.
26.08.2024, Pts - 09:55
Artêşa Tirkiyeyê gundên Zirganê topbaran kirin
Nuçe Belav bike

Hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar herêma navbera bajarê Serê Kaniyê û bajarokê Zirganê yê li bakurrojhilatê Hesekê topbaran kir.

Gundên Enîq El Hewa û Xirbetê Şiîrê yên Zirganê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve hatine topbarankirin.

Di encamê de rêya Til Bêderê hate girtin, êdî çûn û hatin bi wê herêmê re nema.

Nivîskarê Kurd Amir Faris ji ajansa Rûdawê re got ku ji êvara roja şemiyê ve, HSD û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, li baregeha Qesrikê rahênana leşkerî ya hevbeş dikirin.

Bi gotina Amir Faris, piştî 7 mehan ji rawestandina êrişan, careke din li navçeya Serê Kaniyê, Til Temir û Zirgan, topbaran çêbû.

Ji aliyê xwe ve jî HSDyê bi topên hawinê bersiva wan êrişa didin./Rudaw

 

Vî nûçeyê tevayî: 170 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:51