Asayişa Rojava derbarê operasyonên bi şev de daxuyanî da

Asayişa Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê derbarê nûçeyên ku hêzên wan di bin navê “komîteya şopandinê” ya hêzên ewlekariyê de bi şev operasyonên biserdegirtina malan pêk bînin derewand û got, ti têkiliyên wan bi hêzeke wiha re nîne.
17.05.2022, Sal - 12:49
Asayişa Rojava derbarê operasyonên bi şev de daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Beriya niha hin zanyarî û nûçe belav bûbûn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rojavayê Kurdistanê bi şev operasyon pêk anîne û di bin navê komîteya şopandinê ya hêzên ewlekariyê de bi ser malên welatiyan de girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê roja Duşembê 16ê Gulanê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Asayiş dibêje, zanyariyên ne rast ên ku derbarê hêzên wan de belav bûne, tirs li cem xelkê çêkiriye, bi taybetî li bajarê Qamişlo û tekez dike, “armanca vê yekê belavkirina tirs û fitneyê ye di nava xelkê de.”

Asayişê herwiha diyar kiriye, ew dê lêkolînê li gel wan aliyan bikin ku nûçeyên nerast derbarê wan de belav dikin.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Mehmûd El-Hisên ji medyaya nêzî Rêveberiya Xweser re ragihandiye, “Ji bilî rewşên awaret, hêzên me di saetên derengiya şevê de operasyonên serdegirtinê yên ewlehiyê pêk nahînin.”

Wî rayedarê Asayişa Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji welatiyan jî kir ku bi hêzên wan re hevkar bin û heger tevgerên bi guman dîtin, wan agahdar bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:35:16