Asayişa Rojava nav û logoya xwe guhert

Piştî guhertina dirûşm û helwestên siyasî yên ku di sêyemîn kongreya Encûmena Sûriyeya Demokratî hatibûn kirin, hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê nav û logoya xwe guhertin.
23.07.2018, Pts - 07:57
Asayişa Rojava nav û logoya xwe guhert
Nuçe Belav bike

Li gorî hin dîmenên ku li ser rêbendên hêzên Asayişê li Rojavayê Kurdistanê hatine kişandin, li şûna Asayişa Rojava, navê hêzên ewlekariya navxwe hatiye bikaranîn û guhertin di logoya hêzên Asayişê de jî hatiye encamdan.

Navê Hêzên Ewlekariya Navxwe, heman navê fermî yên hêzên ewlekariyê yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ye.

Asayişê roja 4 vê mehê li bajarê Tebqayê konferansa xwe lidar xistibû û di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku dê navê xwe biguhere û bike Hêzên Asayîşa Navxweyî.

Derbarê guhertina nav û logoya Asayişa Rojavayê Kurdistanê de, endamê desteya têkiliyên PYDê li Bşaûrê Kurdistanê, Alan Silîvî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku ti guhertin li ser rûyê erdê di navê Asayişa Rojavayê Krudistanê de nehatiye kirin.

Derbarê guhertina dirûşm û helwestên siyasî de, Encûmena Sûriyeya Demokratîk, di sêyemîn kongreya xwe de, ku roja 16ê Tîrmehê lin bajarokê Tebqayê yê ser bi Reqayê ve hatibû lidarxistin, li şûna federalîzmê diruşma nenavendiya Demokratîk pejirand.

Derbarê vê guhertinê de, Sekreterê partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) û serkirdeyê Encûmens Sûriyeya Demokratîk, Nisredîn Ibrahîm ji programa Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re aşkere kir, ku guhertina dirûşma Federalîzmê piştî şêwira li gel welatên Hevpeyman û di nav de jî Amerîka hatiye kirin.

Di heman demê de ku behsa guhertina nav û logoya hêzn Asayişa Rojavayê Kurdistnê tê kirin, hêzên ewlekariya navxwe yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê xûleke nû ya rahênan û dercûnê birêve birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1514 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:21