Asayişa Rojavayê Kurdistanê dest bi ser gelek çekan de girt

asayişa Rêveberiya Xweser ragihandiye ku di operasyonekê de li gundewarê Dêrezorê şaneyeke girêdayî DAIŞê hatiye têkbirin û 10 endamên wê hatine girtin. Asayişê herwiha diyar kiriye, hêzên wan dest bi ser gelek çekan de girtine.
29.11.2022, Sal - 12:34
Asayişa Rojavayê Kurdistanê dest bi ser gelek çekan de girt
Nuçe Belav bike

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê roja Duşembê 28ê Mijdara 2022an di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku hêzên wan li gundewarê Dêrezorê operasyonek li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîne.

Li gor daxuyaniyê, operasyon li li bajarokê Ebû Xeşeb û gundewarê wê hatiye kirin û di encamê de şaneyeke nihênî ya rêxistina DAIŞê hatiye têkbirin û 10 endamên wê şaneya nihênî hatine girtin.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê dibêje, ji ber êrîşên Tirkiyê bo ser navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, liv û tevgerên DAIŞê û şaneyên girêdayî wê pê re zêde bûne û destnîşan kir, ji ber vê yekê me liv û tevgera yek ji van şaneyên ku tevlî çalakiyên terorîstî yên çekdar bûne şopand û ew deh çete di operasyonekê de girtin.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku hêzên wan dest danîne ser gelek çekên DAIŞê.

Asayişa Rêveberiya Xweser herwiha diyar kiriye, di operasyonê de hêzên wan dest danîne ser 18 çekên Klaşînkof û 45 cercûrên wê, 2 RPG û 4 guleyên wê, 5 tivingên nêçîrê, 4 narincok, 6 kespsolên narincokan û hejmarek teqemenî de girtine.

Herwiha hatiye gotin ku lêpirsîna bi çekdarên girtî yên DAIŞê re berdewam e û piştî rêkarên qanûnî ew çekdar dê ji aliyên têkildar re bên şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:39