Asayîşê bi zorê ew ji mala wî derxist

Endamê serkidayetiya PDK-S Hisên Silêman ragihand ku îro, roja sêşemê, Asayişa Rêveberiya Xweser ya Girkê Legê ew ji mala wî li mesakin el-Umal, derxist.Di nivîseke de li ser rûpela xwe ya Facebookê, Hisên Silêman got: Asayişa PYD ez ji mala min derbider kirim bi tohmeta ku ez endamê partiyeke bê moleta yasayî me.
21.02.2017, Sal - 18:00
      Asayîşê bi zorê ew ji mala wî derxist
Nuçe Belav bike

Asayişa Rêveberiya Xweser ya Girkê Legê, endamê serkidayetiya PDK-S Hisên Silêman ji mala wî derxist.
Endamê serkidayetiya PDK-S Hisên Silêman ragihand ku îro, roja sêşemê, Asayişa Rêveberiya Xweser ya Girkê Legê ew ji mala wî li mesakin el-Umal, derxist.
Di nivîseke de li ser rûpela xwe ya Facebookê, Hisên Silêman got: Asayişa PYD ez ji mala min derbider kirim bi tohmeta ku ez endamê partiyeke bê moleta yasayî me.
Serkirdeyê PDK-S, ligel nivîsa xwe ya li ser rûpela Facebookê, wêneyên veguhastina kelûpelên mala xwe belav kir.
Hisên Silêman, endamê komîteya navendî ya PDK-S, roja 9ê vê mehê ji aliyê Asayşa Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin û roja 14ê mehê ew serbest berdabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1663 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:22