Asayîşa PYD 8 girtiyên ENKS serbest berdan

Asayîşa Rêveberiya Xweser li Zindana Elaya 6 endam û serkirdeyên ENKSê serbest berdan
08.02.2017, Çar - 06:09
Asayîşa PYD 8 girtiyên ENKS serbest berdan
Nuçe Belav bike

Asayîşa Rêveberiya Xweser li Zindana Elaya 6 endam û serkirdeyên ENKSê serbest berdan ku 4 kes ji wan ji 15ê Tebaxa 2016an ve, di dema pêşwazîkirina cenazeyê pêşmergeyê şehîd Hebîb Qedrî de hatbûn girtin. Lê tenê rojnamevan Alan Selîm hîn di zindanê de girtî maye.

Di heman demê de jî Asayişa Efrînê li Rojavayê Kurdistanê 2 endamên ENKSê serbest berdan ew jî Izet Kurdî, û Ehmed Sîdo ne.

Herwiha heman jêderî da zanî ku, her şeş endamên ENKS yên ku, serbest hatine berdan niha giheştin ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan Sûriyê(PDK-S) a taxa Rojava û ji aliyê heval û endamên paritên xwe ve hatin pêşwazî kirin.

Berî deh rojan jî Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriyê(PDK-S) Mihmed Ismaîl hî ji aliyê PYDê ve serbest hatibû berdan.

Tê zanî ku, heta niha gelek endam û serkirdeyên ENKS û PDK-S ji aliyê TEV-DEM û PYD û asayîşa bi ser wan ve girtî ne, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi dehê caran bang li rêxistinê navdewletî kiriye daku, fişarekê li PYDê bike û girtiyên siyasî werin berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:02