Awûstûrya ji bo Rojavayê Kurdistanê amadekariya konferansekê dike

Li Vienaya paytexta Awûstûryayê Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco û Hewas Egîd wek endamên ENKSê serdana Parlamentoya Awûstûryayê û Wezareta Derve ya wî welatî kirin. Di civîna ligel Berpirsa Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Awûstûryayê de, Dr. Ewa Ernst-Dziedzic tekez kir ku ew dixwazin konferansekê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê saz bikin.
02.02.2023, Per - 05:34
Awûstûrya ji bo Rojavayê Kurdistanê amadekariya konferansekê dike
Nuçe Belav bike

Serokê Şepêla Azadî Siyamend Haco ragihand “Di civîna me ya pêşîn de em bi nûnera karên derve ya Partiya Keskan re rûniştin. Me pêşî behsa siyasî û rewşa Sûriyê ya giştî kir. Weke ku tê zanîn prosesa siyasî li Sûriyê sekiniye û me pêşniyar ki ku bi çi rengî ev prosesa siyasî dîsa birêve here. Ji aliyê din ve em li ser rewşa Kurdistana Sûriyê, rewşa Kurdan a ku tê de axivîn, guhertina demografiyê a ku li herêma me çê dibe beşekî dirêj a guftûgoyên vê meseleyên bûn. Tiştên balkêş ew jina parlamenter ji me re da xuyakirin ku dixwazin konferansekî li parlamentoya Awûstûryayê de li ser rewşa Kurdistana Sûriyê çêkin û rewşa herêmê û herêma nas bikin.”

Beriya wan civînan jî Navenda Ewropî bo Lêkolînên Kurdî semînerek derbarê proseya siyasî û çarenivîsa wê saz kiribû.

Di semînerê de ku hejmarek ji rewenda Sûrî û Kurdî amade bûn Serokê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Bedir Camûs eşkere kir ku ji ber şerê Ukraynayê aliyên navdewletî pirsa Sûriyê paşguh kirine.

Serokê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Bedir Camûs got "Armanca sereke ya hebûna Desteya Danûstandinan cîbicîhkirina biryara 2254 û daxuyaniya Cinêvê ye, em kar li ser vê yekê dikin, niha ji ber şerê li Ukraynayê gelek welat ji pirsa Sûriyê dûr ketine û em bi serdanên xwe yên li Ewropa û Amerîkayê hewl didin pirsa Sûriyê vegerînin ser maseya civaka navdewletî."

Di semînarê de Nûnerê ENKSê li Komîteya Şêwirmendî ya Piştîvaniya Mafên Pêkhateyan Hewas Egîd ragihand ku rêjeya pêkhateyan bi giştî û Kurdan bi taybetî gelekî kêm e û divê rola wan zêdetir be ji bo mafên wan di Sûriyeya siberojê de bê misogerkirin.

Hewas Egîd dibêje “Hebûna kêm netewan yan Kurd bi taybetî di hindirê komîteya destûrî de di asta danûstendinê de ji berê de me nerazîbûna xwe li serê daye nîşandan. Û bi xurtî bi têkiliyên xwe yên navdewletî re jî bi hemû welatan re û herwiha bi oposzîsyonê û desteya danûstendinê re jî em destnîşan dikin vê hebûna hemû netewan di hindirê hemû dezgehên pêşeroja Sûriyê de herwiha di nav de komîteya destûrî û dezgehên hene jî li gor hebûna netewan li ser xakan wan weke miletekî li ser xaka xwe dijîn di hindirê sûriyê de vê hebûna wan, jimara wan li gorî wê be.”

Yekem civînên navdewletî yên derbarê Sûriyê de bi beşdariya herdu şandên hikûmet û opozisyona Sûriyê li Vienayê hatibûn sazkirin û piştre li Cenevê berdewam bûn, lê heta niha ew civîn ne gihiştine ti encamekê û roj bi roj jî kirîza Sûriyê dijwartir û pêla penaberiyê jî zêdetir dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:21:38