Bahçelî ji bo operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê bangî Enqere û Şamê kir

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku Enqere û Şam li Rojavayê Kurdistanê operasyoneke hevbeş bikin.
28.05.2024, Sal - 15:43
Bahçelî ji bo operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê bangî Enqere û Şamê kir
Nuçe Belav bike

Serokê Partiya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de axivî.

Rêveberiya Xweser pland dike ku 11ê Hezîranê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan li dar bixe.

Li ser vê yekê Bahçelî xwest ku Tirkiye û Sûriye li hev bikin û li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyon pêk bînin.

Serokê MHPyê îdia kir ku senarîstê hilbijartinên herêmî yên ku dê di 11ê Hezîranê de li Rojavayê Kurdistanê bên lidarxistin Amerîka ye.

Bahçelî hevkariya bi rêveberiya Sûriyeyê re kir û wiha got:

“Senarîstê qaşo hilbijartinên ku tê gotin dê di 11ê Hezîranê de bên kirin Amerîka ye û fîguranên wê terorîst in.

Divê Komara Tirkiyeyê bi rêveberiya Sûriyeyê re li hev bike û dest bidin hev ango di navbera Enqere û Şamê de pira hevkariyê ava bike û ti carî rê ne ku hewldana rêxistina terorê ya ji bo desteserkirina herêmên dagirkirî û îstilakirî bi rêyên demokratîk.

Divê rêxistina terorê ya cudaxwaz li çavkaniya xwe û li herêmên avzêmî yên ku lê çêdibin, bi operasyonên leşkerî yên ku ez pêşniyar dikim Tirkiye û Sûriye bi hevahengî pêk bînin, bê tunekirin.”

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 625 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:26