Baregeha PYK-S jî li Qamişlo rastî êrîşî hate
Grûpek ji kesên nenaskirî baregeha baregeha sereke ya PYKS kirin.
09.03.2017, Per - 03:37
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Şerîf Ferman ji K24ê re ragihandin, grûpeke nenas êrîşî baregaha wê partiyê li Qamişlo kirin û hemû kelûpelên baregehê şikandin û li ser dîwarên baregehê nivîsên li dijî Serokê Herêma Kurdistanê û ENKSê nivîsandin.
Herwiha Serif Ferman diyar kir jî, hevdem ligel wê êrîşê, grûpeke çekdar êrîşî gundê Tenûriyê kir û gule bi ser xaniyên ku ala Kurdistanê li ser wan bilindkirî de berdan. Herwiha derketin ser malan û alên Kurdistanê daxistin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2056 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:05:04