Bavekî ji Kobanî navê kurê xwe kir Trump

Bav û diyeke ji Kobanî, navê kurê xwe guhertin û navê serokê Emerîka Trump lê kirin.
21.02.2017, Sal - 09:11
Bavekî ji Kobanî navê kurê xwe kir Trump
Nuçe Belav bike

Bav û diyeke ji Kobanî, navê kurê xwe guhertin û navê serokê Emerîka Trump lê kirin. Zarokê ku berê navê wî Rohan Mistefa Elî bû, êdî navê wî Trump Mistefa Elî ye. Trumpê zarok, li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê li taxa 3 taqan, roja 8 meha 8 2015 ji dayîk bûbû. Bavê Trump Mistefa Elî Ebde ragihand ku, ji ber piştgiriya Trump ji bo Kurdên Sûriyê wî, weke baştiyekê, navê kurê xwe guhert. Piştî ku Kobanî hatibû kontrolkirin û ji destê Daişê hatibû derxistin, malbata Trum ji Hewlêrê vegeriya bû Kobanî û niha li wê derê dijî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1474 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:43:52