Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, îro 10ê Tîrmehê bi dronekê êrîş baregeha Xerab El-Cîr ya Hevpeymaniya Navdewletî li Rimêlanê hate kirin.
Amaje bi wê jî kir, dron di nava baregehê de kete xwarê, lê zanyarî derbarê kuştî û birîndaran de nehatin bidestxistin.
Ji 19ê Cotmeha 2023an ve, piştî şerê Îsraîl û Hemasê li Xezzayê, bi dron û mûşekan êriş li ser baregehên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê zêde bûn.
Li gorî amaran, ji 19ê Cotmeha 2023ê heta 25ê Tîrmeha îsal, zêdetirî 170 caran êrîşî ser bingeh û hêzên Amerîkayê li Iraq, Sûriye û Urdinê hatiye kirin.