Bi mûşekan êrîşî ser bingeha hêzên Amerîkayê li Dêrazorê hat kirin

Êrîşeke mûşekî li ser Zeviya Konîkoyê ya Gazê hat kirin, ku hêzên Amerîkayê tê de binecih in. Li beranber jî, Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bersiva komên milîşyayan da.
14.08.2024, Çar - 10:21
Bi mûşekan êrîşî ser bingeha hêzên Amerîkayê li Dêrazorê hat kirin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan parve kiriye, “Şeva borî komên milîşyayên nêzî Îranê çend mûşek avêtine Zeviya Konîkoyê ya Gazê, ku dikeve bakurê bajarê Dêrazorê yê rojavayê Sûriyeyê. Her ji piştî wê êrîşê balafirên şerî ji bo demeke dirêj li asmanê deştên Dêrazorê firîn, bê ku çi cihekî bombebaran bikin.”

Her li dû zanyarên Rewangeha Sûriyeyî, piştî wê êrîşa mûşekî, HSDê bi çekê navincî li ber lêva rûbarê Firatî, di navbera deverên Hewayîc Ziyab û Zixêrê de, bersiva komên milîşyayên nêzî Îranê da.

Ev heftiyek e şer û aloziyên HSDê bi komên milîşyayên nêzî Îranê û pareke eşîretên Erebên ku ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve tên piştevanîkirin berdewam e.

Li dû amarên Rewangeha Sûriyeyî, ji ber wî şerî 45 kes hatine kuştin ku di nav wan de 18 kesên sivîl hene û ji wan jî heşt zarok in.

Herwesa du endamên HSDê û 25 çekdarên nêzî Îranê û rijêma Sûriyeyê hatine kuştin. Ji bilî vê yekê jî, 48 kesên sivîl û heft çekdar jî birîndar bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:01