Brett McGurk serdana bajarê Reqayê dike

Medyaya ser bi PYDê ve ragehandin ku, Îro Sêşemê nûnerê serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk, seredana bajarê Reqa kir û li gel civata sivîl a wî bajarî civiya.
11.07.2018, Çar - 08:02
Brett McGurk serdana bajarê Reqayê dike
Nuçe Belav bike

Brett McGurk di civîna xwe de li gel civata sivîl a bajarê Reqayê rewşa ewlekarî û peydakirina xizmetkariyên jiyana rojane ji bo welatiyên bajar hat gotûbêj kirin.

Her li gorî jêderan, serok û endamên civata sivîl a bajarê Reqayê daxwaz ji nûnerê serokê Amerîka kirin ku alîkariyên bêtir ji bo Reqa û gundewarê wê pêşkêş bike.

Tê zanîn ku, duh li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya nûnerê serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û şanda li gel kiribû.

Ji aliyê xwe ve, McGurk siyaseta welatê xwe ya li ser guhertinên herêmî û navdewletî û rewşa siyasî û emnî li Sûryê xisterû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:27:32