Çalakvanên Hesekê haştaga “Milyonek Kes Bêav – Hesekê Ji Tîbûnê Dimire” dan destpêkirin

Çalakvan û welatiyan kampanyaya “Milyonek Kes Bêav – Hesekê Ji Tîbûnê Dimire” dan destpêkirin û bang li rêxistin û saziyên navdewletî dikin ku çareseriyê ji pirsgirêka nebûna avê re bibînin.
01.07.2023, Cts - 20:38
Çalakvanên Hesekê haştaga “Milyonek Kes Bêav – Hesekê Ji Tîbûnê Dimire” dan destpêkirin
Nuçe Belav bike

Ji ber berdewamiya girtina westgeha avê ya Elûk a li Serê Kaniyê ji aliyê hêzên ser bi Tirkiyê ve, êş û azarên xelkê Hesekê di peydakirina avê de didome. Ji ber wê, çalakvanan careke din bang li rêxistin û saziyên navdewletî û Rêveberiya Xweser kirin, da ku çareseriyek bilez ji berdewamiya qutbûna avê li ser herêmê bibînin, bi taybet di vê werza havînê de.

Çalakvanên Hesekê dibêjin, berdewamiya qutkirina avê li ser milyonek kesî, wek tawaneke cengê tê dîtin, ji ber wê ev haştag li ser torên civakî dane destpêkirin û armanca wan ew ku balê zêdetir bidin li ser rewşa mirovî ya ku ev çend sal in li wî bajarî berdewam e, bêyî ku ti çareseriyeke rîşeyî jê re bê dîtin.

Jêdera sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û gundewarê wê ve, ji westgeha Elok a li Serê Kaniyê ye, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike jî, bi berdewamî avê li ser parêzgeha Hesekê qut dikin.

Rêveberiya Xweser jî, hêzên ser bi Tirkiyê ve bi wê yekê tohmetbar dike ku westgeha Elokê di çarçoveya şerê li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê de û bi armanca valakirina herêmê ji xelkê wê bikar tîne û avê bernade.

Tevî ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derbarê westgeha Elokê de di dawiya sala 2019’an de lihevkirinek hebû, ku nabe ev westgeh wek çekekî li dijî gelê herêmê were bikaranîn, lê qutkirina avê berdewam dike.

Qutkirina avê krîzeke mirovî ya mezin dirust kiriye; Ji ber ku zêdetirî yek milyon kes li Hesekê ji avê bêpar in, xelk jî neçar in ku ava vexwarinê tankeran û bi nirxên giran bikirin.

Li gorî belge û peymanên navdewletî, di nav de jî Peymana Cenêvê, bêparkirina xelkê ji avê, wek tawaneke cengê û li dijî mirovatiyê tê dîtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:34