Çavkaniyek: Hêzeke zêde ya Amerîkayê li Rojavayê Firatê ji bo derxistina milîsên ser bi Îranê amadebaşiyê de ne

Çavkaniyek agahdar li Rojavayê Kurdistanê, duh aşkera kir Amerîkayê projeyek ji bo derxistina milîsên ser bi Îranê yên li Rojavayê Çemê Firat li Sûriyê, ku bi dirêjayiya sînorê navbera Iraq û Urdinê dest wan de ye, ji bo wê jî hêzeke zêde kom kiriye, lê hîn dema wî şerî nehatiye diyar kirin.
16.08.2023, Çar - 12:57
Çavkaniyek: Hêzeke zêde ya Amerîkayê li Rojavayê Firatê ji bo derxistina milîsên ser bi Îranê amadebaşiyê de ne
Nuçe Belav bike

Ew çavkaniya ku nêzîke li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Amerîkî bi awayekî nepenî kar li ser vê projeyê dikin, hêzên herdu aliyan jî li ser aliyên Çemê Firatê hatine komkirin.’’

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku HSD li gel milîsên ser bi Îranê li Rojavayê Firatê nakeve şer, eger fişar û givaşeke zêde ji aliyê Hêzên Hevpeyman ve li ser bê kirin.

Herwaha diyar kir, beşdarî kirina HSDê li gel Hêzên Hevpeymn dijî milîsên ser bi Îranê dê ziyanên wê hebin li eniya Helebê li dijî artêşa Tirkiyê û grubên girêdayî Tirkiyê. JI ber eniyeke hevbeş li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û milîsên ser bi Îran û Rejîma Sûriyê dijî Tirkiyê û grubên girêdayî wê li navçeyên Şehba û Efrîn û gundên derdora Helebê de hene.’’

Heman çavkaniya kurd a nêzîk HSDê diyar kir: ‘’PKK ku hegemona xwe li ser biryarên HSDê de hye, pêwendiyekî bihêz li gel îstixbarata Îran û milîsên ser bi Îranê li Iraqê heye. Eniya hevbeş li qeza Şingalê ava kirine.’’ Herwaha diyar kir: ‘’Ev yek jî rêgiriyê dike ku HSD bi aşkera û rasterast nekeve nav ti rikberiyekî li gel milîsên ser bi Îranê.’’

Ew çavkanî dibêje: ‘’Îranê hêzeke zêde aniye wan navçeyên nêzîk li navçeyên bin kontrola Hêzên Hevpeymanan li Rojhilatê Firatê û ew hêzê wek amadekariyek ji bo her pevçûneke çekdarî anîne.

Çavkaniyekî din jî ji Rojavayê Kurdistanê roja yekşema borî ragehandibû; Îran şêwaz û taktîkên nû ji bo pevçûna li gel Hêzên Hevpeyman li Sûriyê digre berxwe.

Herwaha ji wê çavkaniyê jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Milîsên ser bi Îranê di bin navê ‘’Muqawemeya Şeibî) ango Parastina Gel, Hêzên Hevpeyman dikin armanc, wek amajeyek ku gelê Sûriyê hebûna Hêzên Hevpeyman li Sûriyê red dike, ne wekî ku Îrane li dijî Hêzên Hevpeymanan radiweste!’’

Herwaha got: ‘’Milîsên Îranê xwe di bin navê Muqawemeya Şeibî de veşartine û binkeyên Hêzên Hevpeymanan li Şedadî û Konîko û Omer li Rojavayê Sûriyê bombebaran dikin.’’

Wê çavkaniyê got: ‘’Rejîma Sûriye, Îran û aliyên din li pişt wê hêzêne ku bi navê Muqawemeya Şeibî derdikevin pêş, lê hebûna Îranê li navçeyê ji aliyê xelkê ve hatiye red kirin.’’

Muqawemeya Şeibî jî ji aliyê xwe ve roja yekşema borî ragehand, êrîşeke bi mûşek kiriye ser 3 binkeyên Amerîkayê yên li Rojhilatê Sûriyê.

Rojnameya Washington Post a Amerîkayê vê dawiyê aşkera kiribû, zanyariyên derketine wê aşkera dikin ku Îran û Rûsya di çekdar kirina wan grubên ser bi rejîma Sûriyê de destê wan heye û bi çek û plan kar dikin, ku Hêzên Amerîkayê dikin armanc û dixwazin wan naçarî derketina ji Sûriyê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 702 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:42:12